Dinya, Koronavîrus

Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara kesên Kovîd-19ê ketin dîsa bû 13 hezar

Di 24 saetan da 111 kes ji ber vîrusê mirin

Türkan Tosun   | 12.07.2020
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara kesên Kovîd-19ê ketin dîsa bû 13 hezar

Abuja

 Li Komara Afrîkaya Başûr di 24 saetan da di 13 hezar û 497 kesan da vîrusa koroyanê ya nû (Kovîd-19) hat tespîtkirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li welêt hejmara kesên vîrûsê ketine derket 264 hezar û 184an.

Li welêt heta niha 2 milyon û 108 hezar û 570 test hat kirin.

Di 24 saetan da 111 kes ji ber vîrusê mirin, hejmara miriyan gihîşt 3 hezar û 971î.

Li welêt 127 hezar û 715 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Herî zêde li herêma Gautengê mirov bi vîrûsê dikevin, herî zêde li herêma Northern Capeyê mirov ji ber vîrusê dimirin.

Li parzemîna Afrîkayê Komara Afrîkaya Başûr wek welatê herî zêde mirov Kovîd-19ê ketine di rêze ewil da cih digire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın