Dinya

Li KKTCyê ji bo tûra duyem a hilbijartina serokomariyê dengdayînê dest pê kir

Li Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) gel ji bo tûra duyem a hilbijartina serokomariyê deng dide.

İbrahim Atmaca   | 18.10.2020
Li KKTCyê ji bo tûra duyem a hilbijartina serokomariyê dengdayînê dest pê kir

Lefkoşa

 Li Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) gel ji bo tûra duyem a hilbijartina serokomariyê deng dide.

Gelê Tirk ê Qibrisê ji bo neqandina serokomarê ku wê 5 salan wezîfeyê bike, ji saet 08.00î pê va diçe ser sandoqan û deng dide.

Di tûra duyem da Ersîn Tatarê namzedê serokomariyê yê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) û Serokwezîr û Mustafa Akinciyê namzedê serokomariyê yê serbixwe û Serokomar ketin pêşbaziyê.

Di tûra ewil a ku 11ê cotmehê hat kirin da Tatar ji sedî 32,34ê dengan va bû yekem, Akinci jî ji sedî 29,80yê dengan va bû duyem.

Ji ber ku tu namzed ji sedî 50yê dengan hilneda, nebû serokomar û hibijartin ma tûra duyem.

Dengdayîn wê heta saet 18.00î dewam bike û 199 hezar û 29 hilbijêrên qeydkirî wê li ser 738 sandoqan reya xwe bavêjin.

Piştî ku dengdayîn kuta bû, jimartin wê dest pê bike û tê payîn ku encam di saet 20.00î da eşkere bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın