Ali Makram Ghareeb
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê ji bo nasandina dolmeya Kerkûkê ku tameke sereke ya metbexa Tirkmenan e û her wiha ji bo domandina çanda xwarinê kevneşopî, "2yemîn Festîvala Dolmeyên Tirkmenan" hat lidarxistin.
Di festîvalê da ya ku li navenda bajêr di navendeke danûsitandinê da hat lidarxistin, ji xeynî dolmeyê herêmî yê Tirkmenan, bi dehan tam û xwarinên kevneşopî yên Tirkmenan ji bo ziyaretvanan hatin pêşkêşkirin.
Bi dehan jinên Kerkûkî yên beşdarî festîvalê bûn, dolme îkramî ziyaretvanan kirin.
Qûteybe Îbrahîmê Organîzatorê Festîvalê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan, 2yemîn Festîvala Dolmeyên Tirkmenan ji bo nasandina metbexa Kerkûkê û her wiha nasandina dolmeya Kerkûkê ku bûye sembola bajêr, li dar xist.