Dinya

Li kampên Îdlibê bişev dengê zarokên ku ji sermana digirîn olan dide

Ahmet Karaahmet, Mehmet Burak Karacaoğlu  | 24.01.2022 - Rojanekırın : 25.01.2022
Li kampên Îdlibê bişev dengê zarokên ku ji sermana digirîn olan dide

İdlib

 Li bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê zivistan jiyana bi hezaran sivîlên ku di çadiran da dijîn, dixe tengasiyê û sivîl rojên pir dijwar derbas dikin.

Li ser sînorê Tirkiyeyê li aliyê binxetê, sivîlên ku bi zorê ji cî û warên wan kirin, li Îdlibê xwe spartin kampên çadiran. Çadir di binê berfê da tep dibin û sivîl tengasiyeke mezin dikişînin.

Ji ber ku zivistan dijwar derbas dibe, sivîl tengasiyeke mezin dikişînin. Ji ber şerê navxweyî jixwe zehmetî dikişandin, barîna berfê jî bû serbarî ser.

Hude Ebû Mehmûtê ku nêzî sînorê Tirkiyeyê di kampa çadirê ya Muhacîrunê da bi cih bû, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku berf ew qas barî ku çadir di serê malbatan da tep bûn.

Ebû Mehmûd daxuyand, piştî ku çadira wan tep bû, wan koçî cem cînarê xwe kir û wiha dewam kir, "Zarokên me ji sermana qefilîn û heta sibê giriyan. Me nizanibû ku em çi bikin."

Meryem Şêxê jî got ku di kampa ew lê dimînin da 450 malbat dijîn û ji ber ku çadira wan qetiyaye, avê hildide.

Şêxê wiha xeberda, "Di çadirê da dayika min a pîr û bavê min ê kalemêr dijî. Em nizanin bê ka em ê çi bikin. Heke berf û baran wiha dewam bike ev çadir jî wê sibê ser me da tep bibe."

Şêxê daxuyand, ji bo ku berf û baran li wan neke, pêdiviya wan bi cil û bergên baranê hene û çadirên kampê êdî rizîne û avê hildidin.

Şêxê wiha dewam kir, "Tiştek tuneye ku em bişewitînin û xwe li ber germ bikin, dahata me tuneye, êzing biha ne. Em bişev ji sermana ranezan. Me berfa ser çadira xwe avêt."

Xalid Berhûm jî got ku wan şeva xwe pir dijwar derbas kir û rewşa wan pir xerab e, rojên xerab li benda malbatên vê derê ne.

Berhum wiha xeberda, "Me çadirên xwe neguherandin. Ardûyê me tuneye."

- Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiya herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın