Dinya

Li Kabulê hejmara kesên di êrîşa bombeyê ya li ber dibistanê da hatin kuştin derket 50yî

Sayed Khodaiberdi Sadat   | 09.05.2021
Li Kabulê hejmara kesên di êrîşa bombeyê ya li ber dibistanê da hatin kuştin derket 50yî

Afghanistan

Li paytextê Efxanistanê Kabulê, hejmara kesên ku di êrîşa bombeyê da hatin kuştin ya ku wextê fitarê li ber dibistanekê hat kirin, derket 50yî.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tariq Aryen di daxuyaniya xwe ya da çapemeniyê da diyar kir, li herêma Deşta Barçî ya Kabulê li ber Dibistana Seyîdu-Şuhedayê duh dema fitarê êrîşa bombeyê hat kirin û hejmara kesên di êrîşê da hatin kuştin derket 50yî.

Aryen got, hejmara kesên di êrîşê da birîndar bûn jî ji 100î derbas bû û her wiha ew bi fikar in ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Aryen destnîşan kir, êrîş ewil bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin û dû ra jî du bombeyên cuda yên ku li herêmê hatibûn bicihkirin hatin teqandin.

Aryen bal kişand ku parêzbendiya şer a navendên perwerdeyê heye û lewma jî ev êrîş sûcê şer e. Aryen êrîş kir stûyê Talibanê.

Heta niha kesî êrîş hilnedaye ser xwe. Talibanê jî ragihandibû, tu eleqeya wan bi êrîşê tune û ew êrîşê şermezar dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın