Dinya

Li Iraqê ji ber koronavîrusê bo saziyên perwerdeyê 10 roj tatîl

Li Iraqê ji bo pêşîlêgirtina cura nû ya vîrusa koronayê ji bo saziyên perwerdeyê 10 roj tatîl hat îlankirin

Ahmet Aydın  | 27.02.2020 - Rojanekırın : 28.02.2020
Li Iraqê ji ber koronavîrusê bo saziyên perwerdeyê 10 roj tatîl

Baghdad

Li Iraqê ji bo pêşîlêgirtina cura nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji bo saziyên perwerdeyê 10 roj tatîl hat îlankirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tora Rêveberiya Qeyranê ya girêdayî hikûmeta Iraqê de hat destnîşankirin ku ji ber koronavîrusê liseranserê welêt tevî zanîngehan li hemî saziyên perwerde û xwendinê 10 roj kirine tatîl.

Herwiha biryar hat dayîn ku sînema, qehwexane, cihên şahiyan û mekanên din ên çalakiyên civakî ji 27ê sibatê pê ve heta 7ê adarê bên asêkirin.

Ji aliyekî din ve jî hat qedexekirin ku Iraqî biçin welatên weke Çîn, Îran, Japonya, Koreya Başûr, Tayland, Singapur, Îtalya, Kuwêt û Behreynê lê heyetên dîplomatîk ji vê wedexê îstîsna hatin girtin.

Li gorî biryara Tora Rêveberiya Qeyranê dê îzin ji bo hatinên ji Behreyn û Kuwêtê bo Iraqê neyê dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın