Dinya

Li Iraqê Dadgeha Federal wezîfeya Serokatiya Meclisê da sekinandin

Haydar Karaalp  | 13.01.2022 - Rojanekırın : 15.01.2022
Li Iraqê Dadgeha Federal wezîfeya Serokatiya Meclisê da sekinandin

Baghdad

Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku wezîfeya Serokatiya Meclisê awayek berwext bide sekinandin.

Li Iraqê piştî hilbijartina 10ê Cotmehê li Meclisê rûniştina ewil di 9ê Rêbendanê da hat kirin û Serok û du alîkarên wî hatin bijartin.

Piştî hilbijartina Serokatiya Meclisê parlementer Basîm Haşşan diyar kir ku rûniştin û hilbijartin qanûnî nîne û bi vê hincetê serê li dadgehê xistibû.

Li gor daxuyaniya Dadgeha Federal da serlêdana parlementer Haşşan ku bi hinceta rûniştina di 9ê Rêbendanê da hatiye kirin qanûnî nîne nirxand û biryar da.

Dadgehê biryar da wezîfeya Serokê Meclisê û du alîkarên wî yên hatibûn hilbijartin bo demeke berwext hat sekinandin.

Di hilbijartina Seroatiya Meclisê da Mihemed Halbûsî dîsa wek Serokê Meclisê hat hilbijartin û Hakim Zamîlî û Şahvan Evdila jî wek alîkarên wî hatin hilbijartin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.