Dinya

Li Iraqê ji bo fesxkirina Meclisê ji parlamenteran îmze hat berhevkirin

Önder Beyter   | 25.02.2021
Li Iraqê ji bo fesxkirina Meclisê ji parlamenteran îmze hat berhevkirin

Baghdad

Hat ragihandin, ji bo ku Meclisa Iraqê xwe fesix bike, ji hin parlamenteran îmze hat berhevkirin.

Li gorî nûçeya ku rojnameya fermîya ya Iraqê Sebahê di jimara xwe ya îro da ji manşetê ragihand, Elî Bîdeyriyê Parlamenterê Koma Iraqiyûn a girêdayî Emer el-Hekîmê ji serkirdeyên Şîe yên dînî û siyasî wiha got, "Ji bo ku hilbijartina pêşwext di dema xwe da (10ê Cotmehê) were kirin, meclis divê xwe fesix bike. Ji bo vê yekê 21 parlamenterî îmze da. Hejmara îmzeyan dê zêdetir bibe."

Bîdeyrî diyar kir, di kampanyaya navborî da îmzeya parlamenterên ji komên siyasî yên cuda heye û her wiha ew ê vê wekî pêşnuma pêşkêşî Serokatiya Meclisê bikin.

Hikûmeta Iraqê biryar dabû ku 10ê Cotmehê hilbijartina pêşwext bike. Ji bo vê yekê jî meclis divê xwe fesix bike.

Li Meclisa Iraqê ku 329 kursiyên wê hene, parlamenterên Erebên Şîe, Erebên Sunî, Kurd, Tirkmen û Xirîstiyan hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın