Dinya, Koronavîrus

Li Iraqê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 110 kes mirin

Elif Irmak   | 03.07.2020
Li Iraqê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 110 kes mirin

Iraq

 Li Iraqê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 110 kes mirin, 2 hezar û 184 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da hat ragihandin ku 110 kesên nexweşê Kovîd-19ê mirin û li welêt jimara miriyan derket 2 hezar û 160î.

Hat ragihandin ku li welêt bi 2 hezar û 184 kesên din ra vîrus hat tesbîtkirin û bi vî awayî jimara waqieyan derket 53 hezar û 708an jimara nexweşên baş bûn jî 27 hezar û 912 e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın