Dinya

Li Hollandayê roja 1000emîn a nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê hat nirxandin

Rojnamevan û pisporê têkiliyên navneteweyî Klaus Jurgens: "Avahiya bajêr a HDPyê wekî rawestgehek e ku diçe kampên terorê, wekî îstasyonekî tên emilandin" Rena Netjes: "YPG/PKK wekî hewl didin ku nîşan bidin demokratîk nîne"

Selman Aksünger  | 29.05.2022 - Rojanekırın : 30.05.2022
Li Hollandayê roja 1000emîn a nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê hat nirxandin

Netherlands Antilles

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê li Laheya bajarê Hollandayê paneleke navneteweyî ya bi mijara çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin li dar xist.

Gelek axaftvanên biyanî, endamên saziyên civakî yên sivîl û guhdarvan beşdarî panela "Dijî ji Hêla PKKyê va Revandina Zarokan Protestoya Civakî: Hember PKKyê Dayikên Diyarbekirê" bûn.

Doç. Dr. Huseyîn Alptekînê Hîndekarê Beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Medîpolê ya Stenbolê ku birêvebirê panelê bû diyar kir ku çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê îro kete roja 1000emîn, dayikên ku zarokên wan revandine serû çiyê HDPyî berpirsyar dibînin û got ku "Çalakiya rûniştinê ya ku di 3yê îlona 2019an da dest pê kir guherî çalakiyeke civakî."

- "YPG/PKKyî wekî dixwazin nîşan bidin demokratîk nîne"

Ji axîverên panelê rojnamevana Hollandayî Rena Netjesê behsa pêkûtiya YPG/PKKya rêxistina terorê ya li ser gelê herêmê û îxlalên mafên mirovan kir.

Netjesê got ku YPG/PKK bi rejima Esed ra li hev dike û hewl dide ku herêmê hilde binkontrol û ji axaftinên xwe yên bi Kurdên li Dêrazor, Reqa, Hesekê û Qamişloyê dijîn ra kiriye anekdot parve kirin.

Rojnamevana Hollandayî ragihand kesên ku li bakurê Sûriyeyê dijîn newêrin ku dijî YPG/PKKyê biaxivin, tê qedexekirin ku zarokên tên revandin û zorê didin wan ku çalakiyên terorê bikin bi malbatên xwe ra têkiliyê deynin, hempîşeyên wî yên li herêmê jî heman zehmetiyê dikşînin.

Netjesû destnîşan kir dê bibe xetayekî mezin ku alîkariyên YEyê bikevin destê YPG/PKKyê û got ku "YPG/PKK biqasî dixwazin ku nîşan bidin demokratîk nîne."

Netjesê behs kir ku Amerîka û Fransa gelekî piştgiriyê didin rêxistina terorê.

- "Rojava divê fehm bike ku PKK Kurdan temsîl nake"

Nivîskar û akademîsyenê Îtalyan Valerîa Gîannottayî jî behsa alîkariya ku welatên Ewropayê didin YPG/PKKyê kir û bal kişand li ser hebûna PKKyê ya li Îtalya û Ewropayê.

Gîannottayê pirs kir YE û NY digel ku PKKyê bi awayekî fermî wek rêxistina terorê dibînin çima piştgiriyê didin rêxistinê. Jurgensê behs kir ku bi taybetî rêxistinên çepgir ên li Ewropayê hewl didin ku PKKyê baş nîşan bidin.

Gîannottayê destnîşan kir ku PKK Kurdên li Tirkiyeyê temsîl nake û got ku divê Rojava vê yekê qebûl bike.

- "Wekî îstasyoneke ku diçe kampên terorê ye"

Rojnamevan û pisporê têkiliyên navneteweyî Klaus Jurgens ji axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ku behsa wêrekiya dayikên Diyarbekirê jê girt û wisa dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ku PYD, YPG û PKK heman rêxistina terorê ne ku navên cuda diemilînin.

Jirgens got ku "Rûyê rastîn ê vê rêxistinê tê veşartin û dixwazin ku wekî birêvebiriyeke demokratîk nîşan bidin."

Jurgens behs kir gelekî girîng e ku dayikên Diyarbekirê ji bo çalakiyê ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê hilbijart û nirxandina "Ev dayik haj pê hene ka çi diqewime. Avahiya bajêr a HDPyê wekî rawestgehek, îstasyoneke ku diçe kampên terorê tê emilandin."

Jurgens qala têkiliya di navbera YPG û PKKyê da kir û da zanîn ku gotinên "demokratîk" û yên wekî wê yên ku ev rêxistin diemilînin bi zanebûn tên emilandin û bi vê yekê dixwazin ku rastiyê bincil bikin.

Jurgens destnîşan kir ku çapemeniya rojava di nûçeyên YPG/PKKyê da aliyên neyînî paşguh dike û got ku "Ez ne bawer im ku dê çapemeniya rojava haj bi rewşê hebe û lêkolînan bike."

- "Dayikên Diyarbekirê heta ku PKK zarokên wan bide dê li bendê bin"

Dr. Abdullah Erbogayê pisporê têkiliyên navneteweyî jî encamên lêkolîna ku der barê dayikên Diyarbekirê da kir parve kir.

Erboga behsa hevdîtina ku bi malbata zaroka 9 salî ya ku PKKyê li ber derê mektebê revand kir û got ku "Dayikên Diyarbekirê heta ku PKK zarokên wan nede dê ji ber derê avahiya HDPyê ranebin."

29.05.2022

Li Hollandayê roja 1000emîn a nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê hat nirxandin

Li Hollandayê roja 1000emîn a nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê hat nirxandin

- "Ji bo ku têkoşîna wêrek a dayikan nîşan bide hat lidarxistin"

Piştî panelê bi beşdariya Alîkarê Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Çagatay Ozdemir, Balyozî Laheyê Şaban Dîşlî, axaftvan û rojnamevanan civîna maseya gilover hat kirin.

Ozdemir bi serokên saziyên civakî yên sivîl ên li Hollandayê û nûnerên civaka Tirk a li Hollandayê ra hat bal hev û got ku "Ev çalakî ji bo nîşandana wêrekiya dayikên ku digel tehdîdên bêjimar ên PKKya rêxistina terorê seranserî 1000 rojî protestoya xwe domandin hat lidarxistin."

Dîşliyê ku di civîna nirxandinê da axivî jî bal kişand ku Lahey mazûvaniya mehkeme û saziyên navneteweyî dike û destnîşan kir girîng e ku li Laheyê li ser sûcên ku YPG/PKKyê kiriye diaxivin.

Dîşlî behs kir ku der barê roja 1000emîn a çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê da agahî dan parlemento û saziyên civakî yên Hollandayê.

- Roja 1000emîn a nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê

Çalakiyên ku dayikan ji bo ku bigihêjin ewladên xwe yên revandine serê çiyê di 3yê îlona 2019an da li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin îro ket roja 1000emîn.

Bi saya çalakiyên ku belavî gelek bajaran û dervayî welêt bû 35 malbat gihaştin ewladên xwe.

Qêrîna "ez ewladê xwe dixwazim" a ku li nav welêt belav bû li Îzmir, Wan, Hekarî, Şirnex û Mûşê jî bilind bû.

- Çalakiya dayikan ji sînor derbas kir

Bangewaziya dayikên Diyarbekirê yên ku zarokên wan ketine destê rêxistina terorê li çar aliyê Tirkiyeyê û Almanyayê bersîv dît.

Maîdeya dayika Nilufer Tya ku li Berlînê dijî û bi destê alîgirên PKKya rêxistina terorê va hat revandin ji bo ku keça xwe ya ku ji 12ê sermaweza 2019an vir va tu xeberê jê hilnade bibîne di 29ê sibata 2020an da li ber derê komeleyeke muzahîrê rêxistina terorê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Dayik Maîde T paşê ji ber xemsariya rayedarên Alman li ber derê avahiya serokwezîriyê çalakiya xwe domand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.