Dinya

Li Hindistanê jimara pêketiyên rojane yên Kovîd-19ê daket seviyeya herî kêm a 10 hefteyên dawîn

Sümeyye Dilara Dinçer  | 13.06.2021 - Rojanekırın : 14.06.2021
Li Hindistanê jimara pêketiyên rojane yên Kovîd-19ê daket seviyeya herî kêm a 10 hefteyên dawîn

Ankara

 Li Hindistana ku herî zêde di binê tesîra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da maye, di 24 saetên dawîn da 80 hezar û 834 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û ev jimar di nav 10 hefteyên dawîn da jimara herî kêm e.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 303 kes mirin.

Li Hindistanê hejmara pêketiyan bi tevahî bû 29 milyon û 439 hezar û 439 û ya miriyan jî bû 370 hezar û 834.

Jimara kesên ku ji vîrusê dimirin di 10ê hezîranê da pir zêde bûbû û derketibû 6 hezar û 148 kesan. Li welêt heta vê dîrokê rojane ev qas kes di rojekê da nemiribûn.

Jimara miriyan di 28ê nîsanê da ji 3 hezarî, di 8ê gulanê da ji 4 hezarî derbas bûbû, di 19ê gulanê da jî 4 hezar û 529 kes miribûn.

Li Hindistanê pêketiyên rojane di 4ê nîsanê da ji 100 hezarî, di 15ê nîsanê da ji 200 hezarî, di 21ê nîsanê da ji 300 hezarî û di 30ê nîsanê da ji 400 hezarî zêdetir bûbû.

Li Hindistana serjimara wê dora 1,4 milyarî ye ji 16ê rêbendanê ya kampanyaya aşîkirinê dan destpêkirin vir da 253 milyon û 195 hezar dozî zêdetir aşî hat kirin. Lê aşîkirin hê di asta sekinandina nexweşiyê da nîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın