Dinya, Koronavîrus

Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 890 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Nuri Aydın  | 15.05.2021 - Rojanekırın : 16.05.2021
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 890 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Ankara

Li Hindistana herî zêde di tesîra Kovîd-19ê da ma di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 890 kes ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 326 hezar û 98 pêketî hatin tesbîtkirin.

Pispor hişyariyê didin û dibêjin dibe ku hejmara mirî û pêketiyan ji vê zêdetir be.

Li Hindistanê hejmara pêketiyan bi tevahî bû 24 milyon û 372 hezar û 907 û ya miriyan jî bû 266 hezar û 208.

Li welêt dermankirina 3 milyon û 673 hezar û 780 kesî hê dewam dike.

Li Hindistana serjimara wê kêm û zêde 1,4 milyar e ji 16ê rêbendanê ya kampanyaya aşîkirinê dan destpêkirin vir da 180 milyon û 457 hezar û 579 doz aşî hat kirin. Aşîkirin hê di asta sekinandina nexweşiyê da nîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın