Dinya, Koronavîrus

Li Hindistan, Brezîlya û Meksîkayê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 2204 kes mirin

Abdullah Tel   | 18.09.2020
Li Hindistan, Brezîlya û Meksîkayê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 2204 kes mirin

Ankara

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da li Hindistanê 1174, li Brezîlyayê 829 û li Meksîkayê jî 201 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1174 kesan va hejmara miriyan derket 84 hezar û 372 kesan.

Li welêt di rojekê da 96 hezar û 424 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 214 hezar û 677an.

Li Hindistana ku nifûsa wê ji milyar û 300 milyonî zêdetire heta niha 4 milyon û 112 hezar û 551 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 829 kes mirin û hejmara miriyan derket 134 hezar û 935 kesan.

Hejmara pêketiyan 36 hezar û 303 kes zêde bû û derket 4 milyon û 455 hezar û 386an.

Li gor agahiyan hejmara kesên vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 3 milyon û 753 hezar û 82yan.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda şewbê û di nav welatên pêketiyên Kovîd-19ê lê zêde ne da jî di rêza sêyemîn da ye.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 201 kesan va hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 72 hezar û 179an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 3 hezar û 182 kes zêde bû û derkete 684 hezar û 113an.

Li welêt heta niha 488 hezar û 416 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın