Dinya

Li Hewlêrê bi droneyê dijî baregeha koalîsyona dijî DEAŞê ya di serkêşiya Amerîkayê da êrîş hat kirin

Bekir Aydoğan   | 24.07.2021
Li Hewlêrê bi droneyê dijî baregeha koalîsyona dijî DEAŞê ya di serkêşiya Amerîkayê da êrîş hat kirin

Arbil

 Li texma bajaroka Herîra Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê duh sibehê bi droneyê dijî baregeha koalîsyona dijî DEAŞê ya di serkêşiya Amerîkayê da êrîş hat kirin.

Li gor nûçeya Rûdawa ku navenda wê Hewlêr e Serbaz Wayne Marottoyê Berdevkê Koalîsyonê destnîşan kir ku duh sibehê di saet 01.23yan da bi droneyê dijî baregeha koalîsyonê ya li Herêma Kurdistana Iraqê êrîş hatiye kirin.

Marotto diyar kir ji ber êrîşê kes nemiriye û birîndar nebûye û zirara madî çênebûye.

Li gor nûçeyê êrîş li texma bajaroka Herîra Hewlêrê çêbûye.

Êrîş balkêş e ku di dema civîna "Diyaloga Stratejîk ya 4emîn" ya di navbera Amerîka û Iraqê da çêbûye.

Di civîna "Diyaloga Stratejîk ya 4emîn" da vekişandina eskerên Amerîkayê yên li Iraqê dihat nirxandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın