Dinya

Li herêma Îdlibê firokeyeke din ya rejimê hat xistin

Nihat Kavşut  | 14.02.2020 - Rojanekırın : 15.02.2020
Li herêma Îdlibê firokeyeke din ya rejimê hat xistin

İdlib

Li Sûriyeyê li dorbera Heleba rojava ku di nav Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê da ye firokeyeke rejima Beşar Esed hat xistin.

Li dorbera Heleba rojava şerê di navbera mixalif û hêzên rejimê da didome û firokeyeke ji nêzî navenda Helebê rabû ber bi xeta eniyên mixalifan da çû.

Firokeya ku ji xeta eniyê derbas dibû li texma Quptan el-Cebelê bi guleyên hatin berdan bû hedef û ket.

Wek mayîn li gor agahiyên mala çavdêriyê ya balafiran ya mixalifan balafira şer ya ji balafirgeha eskerî ya Hemayê ya rejimê rabû piştî ku birca balafirgehê hişyariya xistina firokeyê da cardin vegeriya pîstê.

Li rojavayê navenda Seraqiba navçeya Îdlibê jî 3 roj berê firokeyeke rejimê hatibû xistin û 3 kes mirbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın