Dinya

Li Herêma Kurdistanê Seroka Meclisê hat hilbijartin

Li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Wala Ferîd wekî Wezîra Herêmê hat hilbijartin li ser vê ji bo Seroktiya Meclisê ya ku vala bû Rêwaz Fayiq hat hilbijartin

Haydar Şahin   | 11.07.2019
Li Herêma Kurdistanê Seroka Meclisê hat hilbijartin

Arbil

Li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Wala Ferîd wekî Wezîra Herêmê hat hilbijartin li ser vê ji bo Seroktiya Meclisê ya ku vala bû Rêwaz Fayiq hat hilbijartin.

Di rûniştina li Meclisê da 106 wekîl amade bûn û 2 namzed ji bo Seroktiya Meclisê ketin pêşbaziyê, Rêwaz Fayiqa namzeda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 72 ray sitand û bû Seroka Meclisê.

Wekî mayîn ji ber ku do 4 parlamenter ji bo wezîrtiyê hatin bijartin jî di dewsa wan da 4 parlamenterên teze sond xwarin û dest bi wezifeyê kirin.

Di dewsa Aydin Merûfê wekî Wezîrê Herêmê hat hilbijartin da Îmdat Bîlalê ji Eniya Tirkmenên Iraqê, di dewsa Wala Ferîda Wezîra Herêmê da Lence Îbrahîm, di dewsa Begerd Talabaniya Wezîra Çandinî û Karûbarên Avê da Şirîn Yunis, di dewsa Ebdillah Mehmûdê Wezîrê Enfal û Şehîdan da Bapîr Kamela bûn parlamenter.

Meclisa HKIyê do bi piraniya rayan Mesrûr Barzanî wekî Serokwezîr hilbijartibû û kabîneya hikûmetê tesdîq kiribû.

Li HKIyê di 30yê Îlona 2018an da hilbijartina parlamenteriyê hatibû kirin Partiya Demokrat a Kurdistanê 45, YNKyê 21, Tevgera Goranê 12, Tevgera Nifşên Nû 8, Komelê 7, Koalisyona Islahê 5, Lîsteya Modern û Azadiyê jî parlamenterek qezenc kiribûn. Li gor sîstema kotayê Tirkmenan 5, Xiristiyanan jî 6 parlamenter şandibûn Meclisê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın