Dinya

Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê 5 sivîl di êrîşên Rûsyayê da hatin kuştin

Li Sûriyeyê di êrîşên esmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê da 5 sivîl hatin kuştin, 9 sivîl sivîl jî birîndar bûn.

Türkan Tosun   | 20.01.2020
Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê 5 sivîl di êrîşên Rûsyayê da hatin kuştin

İdlib

Li gor agahiya mala çavdêriyê ya balafiran a muxalifan, balafirên şer ên Rûsyayê serê sibê êrîşî gundên Kefer Teal û Kefer Cumê yên li rojhilatê Helebê kirin.

Di daxuyaniya Parastina Sivîlan a Îdlibê (Kumspî) da hat gotin li gundê Kefer Tealê 3 û li gundê Kefer Cumê jî 2 tevahî 5 sivîl hatin kuştin û 9 sivîl jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên artêşa Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide, sivîlên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê dimînin koçî ber sînorê Tirkiyeyê dikin.

27 hezar sivîlên ji rojavayê Helebê û cihên başûr reviyabûn çûbûn herêma Mertalê Feratê, herêma Hareketa Çiqlê Zeytûnê û kampên li ser sînor.

- Guh nedan peymanên Astana û Soçiyê

Bajarê Îdlibê ya ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, ji destpêka şerê navxweyî pê va weke keleha mixalifan û komên çekdar ên dijî rejimê ne ye. Bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib, û hin hemêrên bajarên Lazkiye, Hema û Helebê, bakutê Humusê, Xutaya Rojhilat a li Şamê, bajarên Dera û Kunetrayê di serî da4 herêm wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê" îlan kiribûn.

Lê rejimê û terorîstên Îran piştgiriyê dide wan ji van 4 herêman ji bilî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya Rûsyayê va bi dest xistin. Bi sed hezaran sivîlên ji êrîşan reviyan xwe sipartin sînorên Tirkiyeyê.

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va jî êrîş dewam dikin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 600î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav 2019an da ji milyonek û 300 hezarî zêdetir sivîlan koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın