Dinya

Li gor Eniya Tirkmenên Iraqê heke Pêşmerge vegerin Kerkûkê dibe qeyrana neftê derbikeve

Haydar Karaalp   | 22.11.2021
Li gor Eniya Tirkmenên Iraqê heke Pêşmerge vegerin Kerkûkê dibe qeyrana neftê derbikeve

Baghdad

Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Hesen Turan ragihand heke Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji nû va Pêşmergeyan di Kerkûkê da bi cî bike ev yek dibe ku bibe sedema qeyraneke nû.

Turan ragihand ku ew naxwazin Pêşmerge vegerin Kerkûkê di mijarên wek xebatên damezrandina hikûmetê ya li Iraqê, daxwazên Tirkmenan, îdiayên ku wê Pêşmerge vegerin Kerkûkê, ewlehiya rêveberiya Kerkûkê û gefa PKKya rêxistina terorê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û mijaran nirxand.

Di axaftina xwe da Turan ewilî bal kişand ser hilbijartina berwext a ku di 10ê Cotehê da li Iraqê hat kirin û got ku ji bo zelaliya hilbijartinê ew ji serî va hewl didin û hêviya wan jî ewe encamên hilbijartinê demildest û awayek şefaf bên eşkerekirin.

- Rêveberiya Kerkûkê û îdiayên ji bo vegera Pêşmergeyan

Turan destnîşan kir ku rêveberiya navendî ya Iraqê di sala 2017an da ji hêla îdarî û ewlehiyê va kontrola Kerkûkê hilda dest û Pêşmerge ji bajêr derxist û wiha pê da çû: "Niha ewlehiya Iraqê ji alî hêzên federal va tê kirin û em ji vê yekê jî razî ne. Ev j, ji bo kêmnetewên li Kerkûkê dijîn temînaeteke başe."

Di berdewamiya axaftina xwe da Turan diyar kir ku Pêşmerge ji ber aboriyê dixwazin vegerin Kerkûkê û wiha domand: "Pêşmergeyan DEAŞ kirin hince û piştî 2014an (heya 2017an) tesîra xwe ya li Kerkûkê zêdetir kirin. Ewan ji Sibata 2015an heta Cotmeha 2017an ji bîrên neftê yên li Kerkûkê bêyî hikûmeta navendî û qurişek jî nedan rojê 400 hezar bermîl neft îxrackirin. Îro bihayê firotina bermîla neftê ji ber ku gihîşt 80 dolarî rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê dîsa li pey îxrackirina neftê ketiye. Dixwazin dîsa pêşmergeyan bikin Kerkûkê û vê jî wisa bikin û ev jî wê bibe sedema qeyraneke nû. Armanceke din a partiyên Kurd jî ewe ku li Kerkûkê tevlî aboriyê ji hêla siyasî va jî desthilatdariyê bidestbixin."

Turan got ku ew niha ji rêvebirina Kerkûkê razîne û wiha domand: "Em naxwazin ku Pêşmerge têkevin Kerkûkê û li dijî vê ne û û vê yekê qebûl nakin."

Turan daxuyand, piştî 2017an îhtimala ku rêvebiriya Bexdayê li Kerkûkê ji destkeftiyan dest bikişîne û bajêr cardin teslîmî Pêşmergeyan bike, tuneye.

Turan li ser li Iraqê hebûna PKKya rêxistina terorê û tehdîda wê ya li ser Kerkûkê jî sekinî û wiha dewam kir, "Li welêt pêvajoyeke birîsk dest pê dike û li herêmên me jî lîstikên ku tên lîstin mezin in, di serî da jî terora PKKyê tê. Lê bira tu kes nekeve fiukarê; tehdîd çi dibin bila bibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın