Li Fransayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 28 hezar û 432yan
Li welêt di 24 saetên dawîn da 65 kes mirin
Ile-de-France
Li Fransayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 28 hezar û 432yan.
Li gor daxuyaniya Saziya Tenduristiya Gel a Fransayê jimara kesên ku bi vîrusê ketin di 24 saetên dawîn da 358 zêde bû û derket 219 hezar û 437an.
Ji ber Kovîd-19ê 1609 di unîteya nexweşiyên giran da 16 hezar û 798 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin. Jimara kesên di unîteya nexweşiyên giran da 47 roj e kêm dibe.
Jimara kesên baş bûn 609 zêde bû û derket 65 hezar û 199an.
Ji ber şewbê di 24 saetên dawîn da 65 kes mirin, bi vî awayî jimara miriyan derket 28 hezar û 432yan.