Dinya

Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 16 hezar û 167 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Alaattin Doğru   | 26.07.2021
Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 16 hezar û 167 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Ile-de-France

 Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 16 hezar û 167 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin.

Li gorî daneyên Saziya Tenduristiya Gel, li Fransaya ku piraniya pêketiyan ji varyanta Deltayê ne, di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi şewbê ketin, 16 hezar û 167 zêde bû û derket 5 milyon û 993 hezar û 937an.

Her wiha li welêt di 24 saetan da hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin 6 zêde bû û derket 111 hezar û 644an.

Li nexweşxaneyan jê 886 di yekeyên nexweşiyên giran da, tedawiya 6 hezar û 843 kesan didome.

Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê parve kirin, ji 27ê Berfanbara 2020an vir va hejmara kesên ku derziya Kovîd-19ê bûn, ji 69 milyon û 745 hezarî derbas bû. Ji van jî 33 milyon û 261 hezar û 829 jê jî doza duyemîn an jî ya sêyemîn li xwe xistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın