Dinya, Koronavîrus

Li Fransayê zêdebûna bilez a di jimara waqieyên Kovîd-19ê da dewam dike

Elif Irmak   | 25.10.2020
Li Fransayê zêdebûna bilez a di jimara waqieyên Kovîd-19ê da dewam dike

Ile-de-France

Li Fransayê di şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da di 24 saetên dawîn da 45 hezar û 422 waqie hatin dîtin.

Li gor daxuyaniya Saziya Tenduristiyê ya Gel li welêt ev 3 roj in di jimara waqieyên Kovîd-19ê da "zêdebûna di asta herî bilind da" dewam dike.

Li welêt jimara pêketiyên vîrusê di 24 saetên dawîn da 45 hezar û 422 zêde bû û derket milyonek û 86 hezar û 497an. Ev reqam "ji destpêka şewbê vir va li welêt û Ewropayê jimara waqieyên rojane yên herî bilind e".

138 kesên din mirin û jimara miriyan derket 34 hezar û 645an û 1772 kes di serwêsa lênêrîna awarte da tên dermankirin.

Rêjeya pozîtîf derketina testên Kovîd-19ê jî derket ji sedî 16an.

Li welêt duh teşxîsa Kovîd-19ê dabûn 42 hezar û 32, pêr jî dabûn 41 hezar û 622 kesan.

- Li 38 herêmên nû qedexeya "derketina derva dest pê kir"

Li Fransayê di çarçoveya têkoşîna dijî şewbê da qedexeya "bi şev derketina derva" ya ku ji bo 38 herêmên nû biryar hat dayîn ji bo 6 hefteyan ket meriyetê. Bi vî awayî jimara herêmên ku qedexeya navborî lê tê tetbîqkirin derket 54an.

Fransiz di navbera saet 21.00-06.00ê da tenê ji bo ku biçin kar û saziyên tenduristiyê dikarin ji malên xwe derkevin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın