Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 23 hezar û 924 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin
Li Fransayê di rojekê da ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 321 kes mirin, 23 hezar û 294 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Ile-de-France
Li Fransayê di rojekê da ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 321 kes mirin, 23 hezar û 294 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Tenduristiya Gel, hejmara kesên mirin 321 zêde bû û derket 72 hezar û 877an.
Li welêt hejmara pêketiyên şewbê 23 hezar û 924 zêde bû û derket 3 milyon û 35 hezar û 181ê.
Li nexweşxaneyan jê 2 hezar û 896 di unîteyên nexweşên giran da, tedawiya 25 hezar û 908 kesan didome. Hejmara kesên baş bûn jî derket 216 hezar û 725an.
Li welêt rêjeya derketina pozîtîf a testên Kovîd-19ê jî derket 7,1ê.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, ji 27ê Berfanbara 2020an vir va hejmara kesên ku aşiya Kovîd-19ê bûn, derket milyonek û 8 hezar û 720î.