Li Ezezê malên bi brîkêtan tên çêkirin ji bo kesên di konan da dijîn bûne hêvî
Li Ezeza bajarê Sûriyeyê avahiyên bi brîkêtan ji hêla xêrxwazan hatine çêkirin dan malbatên di konan da dijîn.

Ankara
Li Ezeza bajarê Sûriyeyê avahiyên bi brîkêtan ji hêla xêrxwazan hatine çêkirin dan malbatên di konan da dijîn.
Li Ezeza li hemberî bajarê Kilîsê hin dildaran 500 avahiyên bi birîkêtan va hatine çêkirin dan malbatan.
Endezyar Bera Babuliyê ji vê xebatê berpirsyar e ji nûçegihanê AAyê ra got armanca wan çêkirina 1000 avahiyan e ku jê 500 heb hatine çêkirin.
Babulî got malbatên ji ber şer mexdûr bûne wê ji konan xelas bibin û li gor şert û mercên mirovahiyê bijîn.
Mihemed Ehmedê ji gundê Uweywîla li ser Helebê ye û ji mala xwe bûye kêfxweşiya xwe anî ziman û got ewê êdî ji jiyana konan xelas bibin.
Bîmas û Zeyn El Abidînê ketine mala xwe ya nû jî gotin zivistanê jiyana konan zehmet e û ew kêfxweş in ku ji wir xelas bûn.
Rejima Esed di 2019an da dema êrîşên xwe zêde kiribû bi hezaran kes ji Îdlib û Hemayê reviyabûn û xwe spartibûn sînorên Tirkiyeyê.