Dinya

Li eyaleta Hinanê ya Çînê hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin derket 51ê

Saadet Firdevs Aparı  | 23.07.2021 - Rojanekırın : 27.07.2021
Li eyaleta Hinanê ya Çînê hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin derket 51ê

Ankara

 Li bajarê Cingcou yê eyaleta Hinanê ya li naverasta Çînê hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin derket 51ê.

Li gorî nûçeyên çapemeniya xwemalî, amar bi tenê yên bajarê Cingcouyê ne û her wisa li herêmên din ên eyaletê jî ji ber barana gumrah çeman di ser ra avêtin.

Hat ragihandin, hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin derket 51ê, valakirina ciyên ku di bin avê da man û xebatên paqijkirina heriyê berdewam in. Hat destnîşankirin, ziyana li Cingcouyê bi qasî 10 milyar dolarî ye.

Hat diyarkirin, di nava yên ku mirin da ew 12 kes jî hene ku di metroya Cingcouyê da ji ber ava lehiyê mehsûr mabûn. Dîsa ji ber lehiyê bi qasî 400 hezar kesî jî hatin texliyekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın