Dinya

Li Ermenistanê hilbijartina parlamentoyê ya pêşwext partiya Paşînyan qezenc kir

Emre Gürkan Abay, Ali Cura  | 21.06.2021 - Rojanekırın : 21.06.2021
Li Ermenistanê hilbijartina parlamentoyê ya pêşwext partiya Paşînyan qezenc kir

Armenia

 Li Ermenistanê hilbijartina parlamentoyê ya pêşwext ku duh hat kirin, li gor encamên ewil ên nefermî partiya Nikol Paşînyan ji sedî 53,92yê dengan hilda û qezenc kir.

Komîteya Hilbijartina Navendî ya Ermenistanê diyar kir ku ji sedî 49,4 beşdarî çêbû û encamên ewil ên nefermî eşkere kirin.

Li gor vê "Partiya Peymana Sivîl" a Paşînyan ji sedî 53,92yê dengan hilda û bû yekemîn, "Tifaqa Ermenistanê" ku Robert Koçaryanê Serokomarê berê pêşengiya wê dike jî ji sedî 21,1ê dengan hilda û bû duyemîn.

Li gor encamên hilbijartinê partiya Paşînyan negihîşt ji sedî 54an ku bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.

"Tifaqa Rûmeta Min Heye" ku Serj Sarkisyanê Serokomar û Serokwezîrê berê piştgirî dayê jî ji sedî 5,23yê dengan hilda, ji bendê derbas bû û ket meclisê.

Partiya Tifaqa Ermenistanê ya Koçaryan daxuyaniya nivîskî da û got ku ew ê vê gavê encamên hilbijartinê nas nekin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın