Li Endonêzyayê bi şideta 7,1ê erdhej
Li eyalata Malukuya Bakur a Endonêzyayê ji ber erdhejê, hişyariya tsunamiyê hat dayin
Ankara
Li qeraxeavên eyalata Malukuya Bakur a Endonêzyayê bi şideta 7,1ê erdhej çêbû.
Saziya Meteorolojî Îqlîm û Jeofizîkê ya Endonêzyayê (BMKG) eşkere kir ku navenda erdhejê, qeraxeavên bi qasî 137 kîlometro bakurê bajarê Jailoloya girêdayî eyaletê ye û bi qasî 73 kîlometroyan di kûrehiyê de çêbûye.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayin.
Li Ambona payetxta eyaleta Malukuyê 26ê îlonê bi şideta 6,8ê erdhejek çêbûbû û 36 kesan tê de canê xwe ji dest dabû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.