Dinya

Li Endonezyayê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina enqaza balafira ku ketibû dewam dikin

Li Endonezyayê xebatên ji bo dîtina enqaza balafira rêwiyan a ku di 9ê çileya pêşîn da ketibû behrê bê dîtin, xebat dewam dikin.

Türkan Tosun   | 14.01.2021
Li Endonezyayê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina enqaza balafira ku ketibû dewam dikin

Jakarta Raya

 Li Endonezyayê xebatên ji bo dîtina enqaza balafira rêwiyan a ku di 9ê çileya pêşîn da ketibû behrê bê dîtin, xebat dewam dikin.

Ekîbên Ajansa Lêgerîn û Xelaskirinê ya Neteweyî (BASARNAS) parçeyên cesedan û bermayiyên balafirê îro anîn navenda qeyranê ya Cakartayê.

Ji ber rewşa hewayê û pelên behrê xebatên lêgerînê hin caran asteng dibin.

Bi 4 hezar û 100 kesan, 53 keştiyan, 18 botan û 13 firokeyan va xebat tên meşandin.

Qutiya reş a duyem ya cîhaza dengê kokpîtê qeyd dike hê nehat dîtin.

Cinazê hostes Okky Bîsma îro hat definkirin.

Budî Karya Sumadiyê Wezîrê Gihandinê di 9ê çileya paşîn da di civîna çapemeniyê da diyar kiribû ku balafir 5 deqîqê piştî rabûnê pê ra têkilî hatiye birîn û bi 12 miretebat û 50 rêwiyên xwe va li nêzî Girava Lancang û Lakiyê yên li bakurê Cakartayê ketiye xwarê.

Sîtola Endonezyayê daxuyandibû ku balafir li peravên Giravên Thousandê yên ku dikevin bakurê peravên Cakartaya paytext, li çar parçeyan belav bûye.

Flightradar24a ku firînan teqîb dike li ser medyaya civakî daxuyandibû balafir 4 deqîqe piştî rabûnê derketiye 11 hezar fîtî û di nav deqîqeyekê da daketiye 250 fîtî û paşê têkiliya wê bi navenda kontrola trafîka hewayê ra hatiye birîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın