04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
KABUL
Hat ragihandin ku li Wardaka Efxanistanê di şerê navbera hêzên ewlehiyê û Talibanê da guleyeke rokêtê li avahiyekê ket û di encamê da 12 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Endamê Şûreya Kar a Wardakê Şerîfullah Hotak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ber destê sibehê li herêma Dankoya Sayed Ebadê guleyeke rokêtê li avahiyekê ket û di encamê da 12 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn."
Hodak diyar kir ku li herêmê pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û Talibanê da dewam dikin.
Hodak destnîşan kir ku 6 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û got ku em nizanin gule ya kê ye.