Dinya

Li Efrînê bi roketên ku bi destê terorîstên PKK/YPGyî hatin avêtin zarokek hat kuştin, 2 kes birîndar bûn

Muhammed Boztepe   | 02.05.2021
Li Efrînê bi roketên ku bi destê terorîstên PKK/YPGyî hatin avêtin zarokek hat kuştin, 2 kes birîndar bûn

Ankara

ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li Efrîna ku dikeve herêma Çiqlê Zeytûnê bi destê terorîstên PKK/YPGyî 8 top û roket hatin avêtin û di êrîşê da zarokek hat kuştin, 2 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya WPNyê da wiha hat gotin:

"PKK/YPGya rêxistina terorê dîsa sivîlên bêsûc û guneh kir hedef. Li Efrîna ku dikeve herêma Çiqlê Zeytûnê terorîstan 8 top û roket avêtin zeviyan û di êrîşê da zarokek, diya wî û gundiyek birîndar bûn. Zarokê birîndar xelas nebû û mir, hedefên terorê yên li herêmê hatin gulebarankirin."

Di daxuyaniyê da cih dan dîmenên ku top û roket dikevin jî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.