Dinya, Koronavîrus

Li DYAyê hejmara rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê derket 2 qatan

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 1200 zêde bû û gihişt 111 hezar û 408an.

Ahmet Aydın   | 06.06.2020
Li DYAyê hejmara rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê derket 2 qatan

New York

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 1200 zêde bû û gihişt 111 hezar û 408an.

DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 41 hezar û 927 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt milyonek û 967 hezar û 273an.

Zêdebûna di 24 saetan de ya pêr derdora 21 hezarî bû lê îro bi nêzîka 41 hezaran derket 2 qatan.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de hezar 200 zêde bû û gihişt 111 hezar û 408an.

Bi dû DYAyê bi 646 hezar û 6 pêketiyan Brezîlya, bi 458 hezar û 689 pêketiyan Rûsya û bi 288 hezar û 58 pêketiyan Îspanya tê.

- Fikara wê yekê heye ku ji ber xwepêşandanan şewb berbelavtir bibe

Li New Yorka ku di nava eyalatan de bandora şewbê lê herî zêde ye, fikara wê yekê heye ku ji ber xwepêşandanan şewb berbelavtir bibe.

Li eyalatê heta nuha zêdetir ji 396 hezar pêketî hatin tesbîtkirin û hejmara mirinan jî gihişt 30 hezar û 372yan.

Bi dû New Yorkê de bi nêzîka 165 hezar pêketiyan New Jersey û bi zêdetir ji 125hezar pêketiyan Illînoîs tê.

Li DYAyê heta nuha hejmara testan gihiştiye 20 milyon û 279 hezarî û hejmara rehetbûyan jî 738 hezar derbas kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın