Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê filitîn û qenc bûn ji 23 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kişiya wan û qenc bûn, ji 23 milyonî derbas bû.

İbrahim Atmaca  | 22.09.2020 - Rojanekırın : 22.09.2020
Li dinyayê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê filitîn û qenc bûn ji 23 milyonî derbas bû

Ankara

 Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kişiya wan û qenc bûn, ji 23 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê 23 milyon û 115 hezar û 456 kesên ku vîrus kişiyabû wan, qenc bûn.

5 welatên ku herî zêde kes lê qenc bûn bi rêzê va Amerîka (4 milyon û 299 hezar û 525), Hindistan (4 milyon û 497 hezar û 867), Brezîlya (3 milyon û 887 hezar û 199), Rûsya (911 hezar û 973), Afrîkaya Başûr (591 hezar û 208), Kolombiya (640 hezar û 900) û Peru (622 hezar û 418) ye.

Li Tirkiyeyê jî heta niha 268 hezar û 435 kes qenc bûn.

Kovîd-19a ku di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê, belayî dinyayê bû. Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê kişiya wan ji 31 milyonî derbas bû, ji 969 hezarî zêdetir kes jî ji ber vîrusê mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın