Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 62 milyonî derbas bû

Haydar Şahin  | 28.11.2020 - Rojanekırın : 28.11.2020
Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 62 milyonî derbas bû

Ankara

 Li dinyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji 62 milyonî derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê yên welat û herêman berhev dike, hejmara kesên bi Kovîd-19ê ya ji Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê belav bû ketin derkete 62 milyon û 10 hezar û 805 kesan.

Li Amerîkayê 13 milyon û 454 hezar û 346 kes, li Hindistanê 9 milyon û 351 hezar û 224 kes, li Brezîlyayê 6 milyon û 238 hezar û 350 kes, li Rûsyayê 2 milyon û 215 hezar û 533 kes, li Fransayê 2 milyon û 196 hezar û 119 kes, li Îspanyayê milyonek û 646 hezar û 192 kes, li Îngiltereyê milyonek û 589 hezar û 301 kes, li Îtalyayê milyonek û 538 hezar û 217 kes, li Arjantînê milyonek û 407 hezar û 277 kes, li Kolombiyayê milyonek û 290 hezar û 510 kes û li Meksîkayê milyonek û 90 hezar û 675 kes bi vîrusê ketin.

Li dinyayê ji ber Kovîd-19ê milyonek û 449 hezar û 386 kes mirin, 42 milyon û 803 hezar û 910 kes jî ji vîrusê xilas bûn û pak bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın