Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 44 milyon û 252 hezarî derbas bû

Abdullah Tel  | 28.10.2020 - Rojanekırın : 29.10.2020
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 44 milyon û 252 hezarî derbas bû

Ankara

 Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 44 milyon û 252 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 171 hezar û 479 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 44 milyon û 252 hezar û 677an, 32 milyon û 447 hezar û 505 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî baş bûn. Li ser rûyê dinyayê 10 milyon û 633 hezar û 693 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 9 milyon û 38 hezar û 30î û ji ber şewbê heta niha 232 hezar û 84 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (7 milyon û 990 hezar û 322), Brezîlya (5 milyon û 440 hezar û 903), Rûsya (milyonek û 547 hezar û 774), Fransa (milyonek û 198 hezar û 695), Spanya (milyonek û 174 hezar û 916), Arjantîn (milyonek û 116 hezar û 609), Kolombiya (milyonek û 33 hezar û 218), Îngiltere (917 hezar û 575), Meksîka (895 hezar û 326), Perû (892 hezar û 497), Afrîkaya Başûr (717 hezar û 851), Îran (581 hezar û 824), Îtalya (564 hezar û 778), Şîlî (504 hezar û 525), Almanya (463 hezar û 419), Iraq (459 hezar û 908), Bangladeş (401 hezar û 586), Endonezya (396 hezar û 454), Filipînan (373 hezar û 144), Tirkiye (366 hezar û 208), Ukrayna (355 hezar û 601), Belçîka (347 hezar û 289), Erebîstana Siûdî (345 hezar û 631), Pakistan (330 hezar û 200), Hollanda (311 hezar û 889) û Îsraîl (311 hezar û 724). "

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe ev in:


"Brezîlya (157 hezar û 981), Hindistan (120 hezar û 54), Meksîka (89 hezar û 171), Îngiltere (45 hezar û 365), Îtalya (37 hezar û 700), Fransa (35 hezar û 541), Spanya (35 hezar û 298), Peru (34 hezar û 257), Îran (33 hezar û 299), Kolombiya (30 hezar û 565), Arjantîn (29 hezar û 730), Rusya (26 hezar û 589), Afrîkaya Başûr (19 hezar û 53), Şîlî (14 hezar û 26), Endonezya (13 hezar û 512), Ekvador (12 hezar û 588), Belçîka (11 hezar û 38), Iraq (10 hezar û 724), Almanya (10 hezar û 263) û Kanada (10 hezar û 1) ."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.