Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 115 milyonî derbas bû

Haydar Şahin   | 02.03.2021
Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 115 milyonî derbas bû

Ankara

Li tevahiya dinyayê hejmara waqieyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji 115 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike hejmara kesên hat tesbîtkirin bi vîrusê ketin derket 115 milyon û 34 hezar û 561ê.

Li Amerîkayê 29 milyon û 314 hezar û 254 waqie hatin tesbîtkirin.

11 milyon û 124 hezar û 527 kes li Hindistanê, 10 milyon û 589 hezar û 608 kes li Brezîlyayê, 4 milyon û 268 hezar û 215 kes li Rûsyayê, 4 milyon û 182 hezar û 9 kes li Îngiltereyê, 3 milyon û 760 hezar û 671 kes li Fransayê, 3 milyon û 204 hezar û 531 kes li Îspanyayê, 2 milyon û 938 hezar û 371 kes li Îtalyayê, 2 milyon û 711 hezar û 479 kes li Tirkiyeyê, 2 milyon û 455 hezar û 569 kes li Almanyayê, 2 milyon û 255 hezar û 260 kes li Kolombiyayê, 2 milyon û 112 hezar û 23 kes li Arjantînê, 2 milyon û 89 hezar û 281 kes li Meksîkayê, milyonek û 711 hezar û 772 kes li Polonyayê, milyonek û 639 hezar û 679 kes li Îranê, milyonek û 513 hezar û 959 kes li Afrîkaya Başûr, milyonek û 357 hezar û 470 kes li Ukraynayê, milyonek û 341 hezar û 314 kes li Endonezyayê, milyonek û 332 hezar û 939 kes li Perûyê, milyonek û 252 hezar û 242 kes li Çekyayê û milyonek û 92 hezar û 452 kes li Hollandayê bi vîrusê ketin.

Li dinyayê ji ber Kovîd-19ê 2 milyon û 551 hezar û 380 kes mirin, 90 milyon û 758 hezar û 900 pêketî jî pak bûn. Hê 21 milyon û 724 hezar û 281 pêketî tên dermankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın