Dinya

Li dinyayê ji 2 milyar û 500 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hatiye emilandin

Sümeyye Dilara Dinçer   | 17.06.2021
Li dinyayê ji 2 milyar û 500 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hatiye emilandin

Ankara

 Li tevahiya dinyayê heta niha ji 2 milyar û 500 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.

Li gor malpera "Ourworldindata.org"ê ku daneyên ser aşiya Kovîd-19ê berhev dike, Çîn bi 945 milyon û 150 hezar dozî va bûye welatê ku heta niha herî zêde aşî lê hatiye lêxistin, pey Çînê bi 312 milyon û 920 hezarî va Amerîka, bi 265 milyon û 519 hezarî va Hindistan, bi 81 milyon û 540 hezarî va Brezîlya, bi 72 milyon û 460 hezarî va Îngiltere, bi 63 milyon û 650 hezarî va Almanya, bi 45 milyon û 590 hezarî va Fransa, bi 43 milyon û 600 hezarî va Îtalya, bi 38 milyon û 250 hezarî va Meksîka, bi 38 milyon û 51 hezarî va Tirkiye, bi 34 milyon û 220 hezarî va Îspanya, bi 33 milyon û 260 hezarî va Endonezya, bi 33 milyon û 220 hezarî va Rûsya, bi 30 milyon û 380 hezarî va Kanada, bi 27 milyon û 660 hezarî va Japonya, bi 25 milyon û 480 hezarî va Polonya û bi 20 milyon û 870 hezarî va Şîlî tê.

Li tevahiya dinyayê heta niha ji 2 milyar û 500 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hatiye lêxistin.

Li gor rêjeya serjimarê di nav 100 kesî da herî zêde aşî li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb hat lêxistin.

- Tirkiye di aşiyê da welatê 10em e

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê hetanî niha 38 milyon û 51 hezar û 55 doz aşiya Kovîd-19ê li welatiyan xistin.

Tirkiye li gor hejmara aşiya hat lêxistin li dinyayê kete rêza 10an. Serê 100 kesî 44,75 aşî hat lêxistin. 23 milyon û 943 hezar û 451 kesan doza ewil li xwe xistiye, 14 milyon û 107 hezar û 604 kesan jî her du doz li xwe xistine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın