Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê ji 1,18 milyarî zêdetir doz aşiya Kovîd-19ê merivan xistin

Fuat Kabakcı   | 05.05.2021
Li dinyayê ji 1,18 milyarî zêdetir doz aşiya Kovîd-19ê merivan xistin

Ankara

 Li tevahiyê dinyayê hetanî niha li dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji milyarek û 180 hezarî zêdetir doz aşî li merivan xistin.

Li gor "Ourworldindata.org"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li Çînê 279 milyon û 900 hezar doz aşî li merivan xistin û Çînê di rêza ewil da cî girt. Xêncî Çînê 246 milyon û 780 hezar doz li Amerîkayê, 156 milyon û 80 hezar doz li Hindistanê, 50 milyon û 90 hezar doz li Îngiltereyê, 43 milyon û 960 hezar doz li Brezilyayê, 30 milyon û 150 hezar doz li Almanyayê, 24 milyon û 12 hezar doz li Tirkiyeyê, 22 milyon û 410 hezar doz li Fransayê, 21 milyon û 160 hezar doz li Îtalyayê, 20 milyon û 170 hezar doz li Endonezyayê, 20 milyon û 110 hezar doz li Rûsyayê, 18 milyon û 470 hezar doz li Meksîkayê, 17 milyon û 130 hezar doz li Îspanyayê, 14 milyon û 850 hezar doz li Şîliyê, 14 milyon û 50 hezar doz li Kanadayê, 12 milyon hezar doz li Polonyayê, 10 milyon û 670 hezar doz li Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban û 10 milyon û 470 hezar doz li Îsraîlê hatin lêxistin.

Li gor rêjeya serjimarê di nav 100 kesî da herî zêde aşî li Seyşelê hat kirin. Li welêt ji bo 100 kesî 128,98 doz aşî hat kirin.

- Tirkiye di aşiyê da bû welatê rêza 7an

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê hetanî niha 24 milyon û 12 hezar û 472 doz aşî li welatiyan xistin. Tirkiye li gor hejmara aşiya hat kirin li dinyayê kete rêza 7an. Serê 100 kesî 27,63 aşî hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın