Dinya

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 175 milyonî derbas bû

Sümeyye Dilara Dinçer   | 10.06.2021
Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 175 milyonî derbas bû

Ankara

 Li dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 175 milyonî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometers"ê ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyên şewbê derket 175 milyon û 184 hezar û 928an.

Amerîka bi 34 milyon û 264 hezar û 727 pêketiyan va di rêza yekemîn da ye.

Hindistan 29 milyon 183 hezar û 121, Brezîlya 17 milyon 125 hezar û 357, Fransan 5 milyon 725 hezar û 492, Tirkiye 5 milyon 306 hezar û 690, Rûsya 5 milyon 156 hezar û 250, Îngiltere 4 milyon û 535 hezar û 754, Îtalya 4 milyon û 237 hezar û 790, Arjantîn 4 milyon û 38 hezar û 528, Almanya 3 milyon û 715 hezar û 870, Îspanya 3 milyon û 715 hezar û 454, Kolombiya 3 milyon û 635 hezar û 835, Îran 2 milyon û 990 hezar û 714, Polonya 2 milyon û 876 hezar û 289, Meksîka 2 milyon û 441 hezar û 866, Ukrayna 2 milyon û 219 hezar û 824, Peru milyonek û 991 hezar û 203, Endonezya milyonek û 877 hezar û 50, Afrîkaya Başûr milyonek û 712 hezar û 939, Holanda milyonek û 667 hezar û 560, Çekya milyonek û 664 hezar û 382, Şîlî milyonek û 445 hezar û 770 û Kanada jî milyonek û 396 hezar û 798 pêketiyan va li pey Amerîkayê tên.

Ji ber Kovîd-19ê li dinyayê 3 milyon û 777 hezar û 328 kes mirin, 158 milyon û 707 hezar û 573 kes baş bûn û her wiha tedawiya 12 milyon û 700 hezar û 27 kesan jî didome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın