Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê baş bûn ji 120 milyonî derbas bû

Nuri Aydın   | 18.04.2021
Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê baş bûn ji 120 milyonî derbas bû

Ankara

 Li dinyayê hejmara kesên ku ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) baş bûn ji 120 milyonî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên ku baş bûn derket 120 milyon û 61 hezar û 762yan.

Li Amerîkayê 24 milyon 909 hezar û 770, li Hindistanê 12 milyon 809 hezar û 643, li Brezilyayê 12 milyon 344 hezar û 861 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li Tirkiyeyê jî her wisa 3 milyon 643 hezar û 734 pêketiyên Kovîd-19ê qenc bûn.

Li Rusyayê 4 milyon 326 hezar û 780, li Îngiltereyê 4 milyon 145 hezar û 810, li Fransayê 4 milyon 81 hezar û 14, li Îtalyayê 3 milyon 235 hezar û 459, li Îspanyayê 3 milyon 129 hezar û 234, li Almanyayê 2 milyon 775 hezar û 200, li Kolombiyayê 2 milyon 457 hezar û 888, li Arjantinê 2 milyon 343 hezar û 808, li Polonyayê 2 milyon 311 hezar û 145 kes baş bûn.

Li dinyayê tedawiya 18 milyon û 277 hezar û 259 kesan hê jî didome.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın