Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19yê ketin ji 6 milyon û 384 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya li Wuxana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û belav bû ketin ji 6 milyon û 384 hezarî derbas bû.

Türkan Tosun   | 02.06.2020
Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19yê ketin ji 6 milyon û 384 hezarî derbas bû

Ankara

 Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya li Wuxana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û belav bû ketin ji 6 milyon û 384 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 377 hezar û 790 kes ji ber şewbê mirin û 2 milyon û 920 hezar û 953 kes jî ji şewbê filitîn.

Li seranserê dinyayê heta niha 6 milyon û 384 hezar û 99 kes şewba Kovîd-19yê ketin.

- Rewş li Amerîkayê gelekî xerab e

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket milyonek û 859 hezar û 597an û ji ber şewbê heta niha 106 hezar û 927 kes jî mirin.

- Welatên ku ji 50 hezarî zêdetir waqie lê hene

Di "Worldometer"ê da welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Brezîlya (529 hezar û 405), Rûsya (423 hezar û 741), Îspanya (286 hezar û 718), Îngiltere (276 hezar û 332), Îtalya (233 hezar û 197), Hindistan (199 hezar û 613) Fransa (189 hezar û 220), Almanya (183 hezar û 765), Tirkiye (164 hezar û 769), Îran (154 hezar û 445), Şilî (105 hezar û 159), Meksîka (93 hezar û 435), Kanada (91 hezar û 705), Erebistana Siûdî (87 hezar û 142), Çîn (83 hezar û 22), Pakistan (76 hezar û 398), Belçîka (58 hezar û 517) û Qeter (58 hezar û 433)."

Li van welatan hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî ev e:

"Îngiltere 39 hezar û 45, Îtalya 33 hezar û 475, Brezîlya 30 hezar û 46, Fransa 28 hezar û 833, Îspanya 27 hezar û 127, Meksîka 10 hezar û 167, Belçika 9 hezar û 486, Almanya 8 hezar û 618, Îran 7 hezar û 878, Kanada 7 hezar û 326, Hindistan 5 hezar û 610, Rûsya 5 hezar û 37, Çîn 4 hezar û 634, Peru 4 hezar û 634, Tirkiye 4 hezar û 563, Pakistan 1621, Şilî 1113, Erebistana Siûdî 525 û Qeter 40




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın