Li dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîn û baş bûn ji 90 milyonî derbas bû

Ankara
Li tevahiya dinyayê hejmara pêketiyên ku ji vîrusa korona ya nû (kovîd-19) filitîn û baş bûn ji 90 milyonî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê 4 welatên ewil ên ku lê herî zêde pêketî hene di heman demê da bûn welatên ku lê herî zêde nexweş baş bûn.
Li tevahiya dinyayê ji pêketiyên vîrusê 90 milyon û 218 kes baş bûn.
Li Amerîkayê 19 milyon û 632, li Hindistanê 10 milyon û 775 hezar û 169, li Brezîlyayê 9 milyon û 386 hezar û 440 û Rûsyayê jî 3 milyon û 811 hezar û 797 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.
Li Tirkiyeyê 2 milyon û 565 hezar û 723 pêketiyên Kovîd-19ê baş bûn.
Hejmara kesên baş bûn li Îngiltereyê 2 milyon û 846 hezar û 208, li Îspanyayê 2 milyon û 647 hezar û 446, li Îtalyayê 2 milyon û 398 hezar û 352, li Almanyayê 2 milyon û 248 hezar û 400, li Kolombiyayê 2 milyon û 145 hezar û 450, li Arjantînê milyonek û 889 hezar û 87, li Meksîkayê milyonek û 630 hezar û 2, li Afrîkaya Başûr milyonek û 429 hezar û 47 û li Polonyayê milyonek û 422 hezar û 829 e.
Li tevahiya dinyayê 21 milyon û 914 hezar û 110 kes hê jî tên dermankirin.
Kovîd-19a ku li Wuhana bajarê Çînê derket holê belavî ji 200î zêdetir welat û herêman bû û paşê guherî bû şewb.
Li tevahiya dinyayê hejmara pêketiyan derket 114 milyon û 453 hezar û 166an, ji ber vîrusê 2 milyon û 5383 hezar û 838 kes ji ber vîrusê mirin.