Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 800 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 800 hezarî derbas bû.

Haydar Şahin   | 31.03.2020
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 800 hezarî derbas bû

Ankara

"Worldometer"a malpera ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike ragihand ku li tevahiya dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketin derkete 801 hezar û 61î.

Waqie herî zêde li Amerîkayê hatin dîtin, hejmara wan derkete 164 hezar û 359an, piştî Amerîkayê herî zêde waqie li Îtalyayê hatin dîtin û hejmara wan jî derkete 101 hezar û 739an, li Îspanyayê jî 94 hezar û 417 waqie hatin dîtin.

Li Çîna nexweşî lê derkete holê 81 hezar û 518 kes, li Almanyayê 67 hezar û 51 kes, li Îranê 44 hezar û 605 kes,li Fransayê 44 hezar û 550 kes, li Îngiltereyê 16 hezar û 141 kes, li Swîsreyê 16 hezar û 176 kes, li Belçikayê 12 hezar û 775 kes, li Holandayê 11 hezar û 750 kes, li Tirkiyeyê 10 hezar 827 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Kovîd-19a ku di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê di demeke kin da li gelek dewletan belav bû û vegeriya pandemiyê.

Ji ber nexweşiyê li dinyayê 38 hezar û 748 kes mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın