Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 34 milyon û 166 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 34 milyon û 166 hezarî derbas bû.

Haydar Şahin   | 01.10.2020
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 34 milyon û 166 hezarî derbas bû

Ankara

 Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 34 milyon û 166 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha milyonek û 18 hezar û 748 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara pêketiyan derket 34 milyon û 166 hezar û 631 kesan, 25 milyon û 437 hezar û 12 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn. Li dinyayê 7 milyon û 710 hezar û 972 kes hê nexweş in û tên dermankirin.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 7 milyon û 447 hezar û 643 kesan, ji ber vîrusê 211 hezar û 752 kes mirin.

Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir e ev in:

"Hindistan (6 milyon û 312 hezar û 584), Brezîlya (4 milyon û 813 hezar û 586), Rûsya (milyonek û 176 hezar û 286), Kolombiya (829 hezar û 679), Peru (814 hezar û 829), Îspanya (769 hezar û 188), Arjantîn (751 hezar û 1), Meksîka (743 hezar û 216), Afrikaya Başûr (674 hezar û 339), Fransa (563 hezar û 535), Şîlî (462 hezar û 991), Îran (457 hezar û 219), Îngiltere (453 hezar û 264), Bangladeş (363 hezar û 479), Ira" (362 hezar û 981) Erebistana Siûdî (334 hezar û 605), Tirkiye (318 hezar û 663), Îtalya (314 hezar û 861), Pakistan (312 hezar û 806) ve Filîpîn (311 hezar û 694)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in ev in:

"Brezilya (143 hezar û 962), Hindistan (98 hezar û 708), Meksîka (77 hezar û 646), Îngiltere (42 hezar û 413), Îtalya (35 hezar û 894), Peru (32 hezar û 463), Fransa (31 hezar û 956), Îspanya (31 hezar û 791), Îran (26 hezar û 169), Kolombiya (25 hezar û 998), Rûsya (20 hezar û 722), Afrikaya Başûr (16 hezar û 937), Arjantîn (16 hezar û 734), Şîlî (12 hezar û 741), Ekvador (11 hezar û 355), Endonezya (10 hezar û 740) û Belçika (10 hezar û 16)."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın