Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 33 milyon û 62 hezarî derbas bû

Abdullah Tel   | 27.09.2020
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 33 milyon û 62 hezarî derbas bû

Ankara

Şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li çar aliyê dinyayê belav bû heta niha ji 33 milyon û 62 hezarî zêdetir kesî geriya.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 998 hezar û 803 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara pêketiyan derket 33 milyon û 62 hezar û 174 kesan, 24 milyon û 412 hezar û 868 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.

Li dinyayê 7 milyon û 650 hezar û 503 kes hê nexweş in û tên dermankirin.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 7 milyon û 287 hezar û 593 kesan, ji ber vîrusê 209 hezar û 177 kes mirin.

Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Hindistan (5 milyon û 992 hezar û 532), Brezîlya (4 milyon û 718 hezar û 115), Rusya (milyonek û 143 hezar û 571), Kolombiya (806 hezar û 38), Perû (800 hezar û 142), Spanya (735 hezar û 198), Meksîka (726 hezar û 431), Arjantîn (702 hezar û 484), Afrikaya Başûr (669 hezar û 498), Fransa (527 hezar û 446), Şîlî (455 hezar û 979), Îran (443 hezar û 86), Îngiltere (429 hezar û 277), Bangladeş (357 hezar û 873), Iraq (345 hezar û 969) Arabistana Siûdî (332 hezar û 790), Tirkiye (312 hezar û 966), Pakistan (310 hezar û 275), Îtalya (308 hezar û 104) û Filipinan (301 hezar û 256)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Brezîlya (141 hezar û 441), Hindistan (94 hezar û 534), Meksîka (76 hezar û 243), Îngiltere (41 hezar û 971), Îtalya (35 hezar û 818), Peru (32 hezar û 142), Fransa (31 hezar û 700), Spanya (31 hezar û 232), Îran (25 hezar û 394), Kolombiya (25 hezar û 296), Rusya (20 hezar û 225), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 376), Arjantîn (15 hezar û 543), Şîlî (12 hezar û 591), Ekvador (11 hezar û 273) û Endonezya (10 hezar û 308)."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın