Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 32 milyon û 792 hezarî derbas bû

Haydar Şahin   | 26.09.2020
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 32 milyon û 792 hezarî derbas bû

Ankara

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 32 milyon û 792 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 993 hezar û 971 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara pêketiyan derket 32 milyon û 792 hezar û 505 kesan, 24 milyon û 190 hezar û 598 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.

Li dinyayê 7 milyon û 607 hezar û 936 kes hê nexweş in û tên dermankirin.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 7 milyon û 244 hezar û 184 kesan, ji ber vîrusê 208 hezar û 440 kes mirin.

Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Hindistan (5 milyon û 908 hezar û 748), Brezîlya (4 milyon û 692 hezar û 579), Rûsya (milyonek û 143 hezar û 571), Kolombiya (798 hezar û 317), Perû (794 hezar û 584), Îspanya (735 hezar û 198), Meksîka (720 hezar û 858), Arjantîn (691 hezar û 235), Afrîkaya Başûr (668 hezar û 529), Fransa (513 hezar û 34), Şîlî (453 hezar û 868), Îran (439 hezar û 882), Îngiltere (423 hezar û 236), Bangladeş (356 hezar û 767), Iraq (341 hezar û 699), Erebistana Siûdî (332 hezar û 329), Trkiye (311 hezar û 455), Pakistan (309 hezar û 581), Îtalya (306 hezar û 235) û Filîpîn (301 hezar û 256)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Brezîlya (140 hezar û 709), Hindistan (93 hezar û 440), Meksîka (75 hezar û 844), Îngiltere (41 hezar û 936), Îtalya (35 hezar û 801), Perû (32 hezar û 37), Fransa (31 hezar û 661), Îspanya (31 hezar û 232), Îran (25 hezar û 222), Kolombiya (25 hezar û 103), Rûsya (20 hezar û 225), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 312), Arjantîn (15 hezar û 208), Şîlî (12 hezar û 527), Ekvador (11 hezar û 236) û Endonezya (10 hezar û 308)."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın