Dinya

Li dijî Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê êrîşa asîmanî: 6 kuştî, 39 birîndar

Di êrîşên balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyayê yên dijî şêniyên li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da 6 kes hatin kuştin û 39 kes jî birîndar bûn

10.06.2019 - Rojanekırın : 11.06.2019
Li dijî Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê êrîşa asîmanî: 6 kuştî, 39 birîndar

İdlib

Li Sûriyeyê di êrîşên balafirên şer ên rejima Beşar Esed û hevalbendê wê Rûsyayê yên dijî şêniyên li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da 6 sivîl hatin kuştin û 39 sivîl jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyayê li Îdlibê li dijî navçeya Xan Şêxûnê, bajarokê Temaniye û gundên Şêx Îdris, Maarşûrîn û Et Tuhê, li devera çiyayî ya bakurê Hemayê li dijî navçeyên Latamne û Kefer Zîtayê êrîşên asîmanî kirin.

Li dijî Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê êrîşa asîmanî: 6 kuştî, 39 birîndar

Di êrîşên balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyayê yên dijî şêniyên li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da 6 kes hatin kuştin û 39 kes jî birîndar bûn ( İzeddin İdlilbi - Anadolu Agency )

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî) hat wergirtin, li navçeya Xan Şêxûnê li zeviyeke ku karker lê dixebitîn û li gundê Maarşûrînê jî li ciyê bazarê bi tevahî 6 sivîl hatin kuştin, 39 sivîl jî birîndar bûn.

Parastina Sivîlan destnîşan kir, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Çavkaniyên parastina sivîlan ragihandin ku li Sûriyeyê meha çûyî bi destê artêşa rejima Beşar Esed û terorîstên biyanî ku Îran piştevanê wan e, 59 jê zarok, 231 sivîl hatin kuştin û 659 sivîl jî birîndar bûn.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî 3 hefte berê li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" êrîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist. Mixalifên eskerî jî ji bo ku herêmên ketine destê hêzên rejimê ji destê wan derxin, car caran operasyonan dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.