Dinya, Koronavîrus

Li çar aliyê dinyayê pêketiyên Kovîd-19ê ji 32 milyon û 420 hezarî derbas bû

Abdullah Tel   | 25.09.2020
Li çar aliyê dinyayê pêketiyên Kovîd-19ê ji 32 milyon û 420 hezarî derbas bû

Ankara

 Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku bi şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 32 milyon û 420 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 987 hezar û 813 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ketin jî bû 32 milyon û 420 hezar û 147, heta niha 23 milyon û 934 hezar û 98 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn. Tedawiya 7 milyon û 498 hezar û 236 pêketiyên Kovîd-19ê jî dewam dike.

Welatê pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 185 hezar û 471î, ji ber şewbê 207 hezar û 538 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêde ye ev in:

"Hindistan (5 milyon û 818 hezar û 570), Brezilya (4 milyon û 659 hezar û 909), Rusya (Milyonek 128 hezar û 836), Kolombiya (790 hezar û 823), Peru (788 hezar û 930), Meksîka (715 hezar û 457), Spanya (704 hezar û 209), Afrîkaya Başûr (678 hezar û 266), Arjantîn (667 hezar û 49), Fransa (497 hezar û 237), Şîlî (451 hezar û 634), Îran (436 hezar û 319), Îngiltere (416 hezar û 363), Bangladeş (355 hezar û 384), Iraq (337 hezar û 106) Erebistana Siûdî (331 hezar û 857), Tirkiye (309 hezar û 790), Pakistan (309 hezar û 15) û Îtalya (304 hezar û 323)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye jî ev in:

"Brezilya (139 hezar û 883), Hindistan (92 hezar û 317), Meksîka (75 hezar û 439), Îngiltere (41 hezar û 902), Îtalya (35 hezar û 781), Peru (31 hezar û 938), Fransa (31 hezar û 511), Spanya (31 hezar û 118), Îran (25 hezar û 15), Kolombiya (24 hezar û 924), Rusya (19 hezar û 948), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 283), Arjantîn (14 hezar û 766), Şîlî (12 hezar û 469), Ekvador (11 hezar û 213) û Endonezya (10 hezar û 105)."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın