Dinya

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19 mirin derket 2 hezar û 238an

Di 24 saetên dawîn da bi 889 kesan ra şewba Kovîd-19 derket û 118 kes jî mirin

Abdullah Tel   | 21.02.2020
Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19 mirin derket 2 hezar û 238an

Beijing

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 238an.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê, li welêt bi 75 hezar û 465 kesan ra Kovîd-19 heye rewşa 11 hezar û 633 kesan pir cidî ye.

Ji ber şewba Kovîd-19an du kes jê li Herêma Taybet a Hong Kongê bi tevahî 2 hezar û 3-238 kes mirin û bi hejmara îro va kesên hatin taburcîkirin bû 18 hezar û 264.

Li welêt hejmara kesên ku guman heye Kovîd-19 bi wan geriyaye derket 5 hezar û 206an, hejmara kesên di bin mişahadeyê da jî berjêrî 120 hezar û 302yan bû.

Li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê hejmara kesên ji ber şewba Kovîd-19an mirin bû 68 û li Herêma Rêveberiya Taybet a Makauyê jî 10 kes mirin.

- Di 24 saetên dawîn da 118 kes mirin

Li seranserê welêt di 24 saetên dawîn da ji ber şewba Kovîd-19an 118 kesan can da û 889 weqayên nû hatin tesbîtkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın