Önder Beyter
16 Hezîran 2020•Rojanekirin: 16 Hezîran 2020
Li Brezîlyayê jî ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 627 kes mirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da 627 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan bi vî awayî derket 43 hezar û 959an.
Li welêt hejmara pêketiyan jî 20 hezar û 647 zêde bû û derket 888 hezar û 271an.
Brezîlyaya ku nifûsê wê 211 milyon e, di warê hejmara miriyan da ji Îngiltereyê jî derbas bû û li dinyayê piştî Amerîkayê bû welatê duyemîn ku hejmara mirî û pêketiyên Kovîd-19ê herî zêde ye.
Brezîlya bi vî awayî li Amerîkaya Latîn wekî navenda sereke ya şewbê tê tewsîfkirin.