Dinya, Koronavîrus

Li Brezîlyayê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da 3 hezar û 472 kes mirin

Muhammed Emin Canik  | 22.04.2021 - Rojanekırın : 23.04.2021
Li Brezîlyayê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da 3 hezar û 472 kes mirin

Buenos Aires

BUENOS AIRES (AA) - Li Brezîlyayê jî ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 472 kes mirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 472 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan bi vî awayî derket 381 hezar û 475an.

Li welêt hejmara pêketiyan jî 79 hezar û 719 zêde bû û derket 14 milyon û 122 hezar û 795an.

Brezîlyaya ku nifûsê wê 210 milyonî zêdetir e, li dinyayê di nav wan welatên ku hejmara mirî û pêketiyên Kovîd-19ê herî zêde da piştî Amerîkayê welatê duyemîn e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın