Türkan Tosun
15 Hezîran 2020•Rojanekirin: 16 Hezîran 2020
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ketin 17 hezar û 110 zêde bû û gihîşt 867 hezar û 624an.
Li Sao Pauloya eyaleta navenda bazirganiyê ya 46 milyon serjimara wê heye 178 hezar û 202 kes bi vîrusê ketin, 10 hezar û 694 kes jî mirin.
Piştî Sao Pauloyê herî zêde li eyaleta Rîo de Janeîroyê 7 hezar û 672 kes mirin û 79 hezar û 572 kes bi nexweşiyê ketin.
Li dinyayê piştî Amerîkayê Brezîlya bû welatê ku herî zêde mirov ji ber vîrusê dimirin û waqia lê zêde dibin.
Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn bûye navenda nexweşiyê.